Di serde avêt, geh stêrkên çavê min geh jî dilsojiya dengê min.Tije bû,Dilê min bu cihê keser û bêrîkirinê,Ma te jî ne dît heval, ez pare pare bûmDûrbûn disa para min bû,
Wê behsa peyv û hêza peyvan dikir. Hevoken wê yên pêşîn qet ji bîra min narin. Wê weha digot; “û peyv bûn ew mekanên ku meriv tê de hevûdu dibînin… mekanên wisan ku MIN û TE, EZ û TU li wê derê dibin EM û EM. Ev mekan, mekanên wisan in ku li wê derê azadî hêza esasî ye û dan û standin, hevpeyvîn, hevûdu famkirin celeba esasî ya jiyanê ye. Herweha, tiştê herî girîng, ev mekan; me, yanê merivan radigihînin cîhaneke wekhev. Cîhaneke wisan ku li wê derê peyv û şixul, qise û kirde hevûdu temam dikin û wekhev in. Ew li ser wekheviyekê ava dibin.”
(Rûpel 69)
Şemsiye Featured
Baran dibariya hûr hûr... Min şemsiya xwe girt, da ku min şil bike, da ku bigihîje dilê min peşkê baranê. Ewê dilê min fêm bike baranê.
Bi her peşkekî re ferîşteyek tê. Êdî nasdike dilê min wan ferîşteya û diaxife weke hogirêkî çend sala. Şeytan dibihîze û bi tenê şeytan guh dide dengê ferîşteya. Ne ji bo başiyê, ne jî ji bo xerabiyê...

