EasyBlog

This is some blog description about this site

Posted by Ayşe Keskin
Ayşe Keskin
Selam hevale min
User is currently offline
on Perşembe, 08 Temmuz 2010
in Uncategorised

Buka Cihane-Xelil Xemgin

Buka Cihane

Welate min tiwî bûka cîhane
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek serîn û rind û pir ciwan î

Serî taca Selehedîne Kurdî

Enî roj e di bİrca asîmanî
Du birhen te kevane Rusteme Zal
Du zulfen te ji tiren qehremanî

Riwe te agire Zerdeşt û Mezdik, ji te hestir û seraba kemuranî
Du leven te kiteba Haci Qadir, zimane te ji benda seyda ye Xanî
Çena te guhe çudî û Hebler, qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kiteba Zendevîsta, memik ferfûr e te de neqşe manî
Du desten te tixûben tirk û iran, hero cenga bi tîren zerveşanî
Ji sînga te bi jer de gelye Laleş, ziyaretgeh e bo me her zemanî
Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin, me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazin tev bi hine, hemî sor in ji renge erxewanî

Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal, ji me denge tivengan çûye banî
Bira, law û bav û ap û pismam, li ser te hev dikuştin di renge pehlew anî

Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer, dihatin hev li meydane beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin, me kone şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa, kirin weran sera û bire û xanî
Li alîkî te deng û cang û halane, li alîkî sedaye xewse sanî

Du derden me hebûn, dijwar û xedar, xizanî yek ewe di her nezanî
Weke şer û piling em diçûn hev, pener rovî ji meydane hilanî
Me ew rojen ciwanî tev bi derdan, bi zîravî, belengazî û şivanî
Here büke pepûke jare meste, li ser sînga te zava man biyanî

Te reş daye sere xwe ber li ser me, li roke dibî pîroz kitanî
CEGERXWİN e küre te her dinale, ji ber jana nezanî û xizanî


Helbest: Cegerxwîn
Awaz û Muzîk: X. Xemgîn
0 votes
Tags: Untagged

Comments

Please login first in order for you to submit comments